Heşda Tirkmenî rê nade 160 malbatên Kurd vegerin taxa xwe ya li Kerkûkê

Kerkûk (K24) – Zêdetir ji 160 xaniyên welatiyên Kurd li taxa Mi’esker Xalid a Kerkûkê, 6 sal in hatine dagîrkirin û Tirkmenên Şîe lê hatine bicihkirin. Heşda Tirkmenî jî rê nade ti malbatên Kurd vegerin taxê.

Di sala 2003ê de hejmarek malbatên Kurd li taxa Mi’esker Xalid a Kerkûkê hatin bicihkirin, lê piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017ê navê wê taxê bo “Bedir” hat guhartin, xaniyên 160 malbatên Kurd jî hatine dagîrkirin û ji bo Tirkmenên Şîe yên derveyî parêzgehê hatine dayîn.

Welatiyekî ku mala wî li taxê hatiye dagirkirin û nexwest navê wî were eşkerekirin, piştî bûyerên 16'ê Cotmehê nû vegeriya taxê ji K24ê re got: “Piştî 16’ê Cotmehê bi zorê hatin cem me, malên me dagir kirin û piştre firotin. Xaniyê min hatiye dagirkirin û bi salan e ez nikarim vegerime wê.”

Xaniyên ku berê welatiyên Kurd bi destên xwe ava kiribûn, niha desteserkirin û çend caran jî hatine firotin. Navê mizgefta taxa wan hatiye guhertin û bûye Huseyniye û hemû sembolên kurdî ji herêmê hatine rakirin. Ji ber ku hêzên leşkerî piştgiriya Tirkmenên Şîe yên taxê dikin, ti malbatên Kurd nikarin vegerin malên xwe.

Piştî bûyerên 16ê Cotmehê, rêveberiya Kerkûkê projeyên xizmetguzariya rê, av û elektrîkê gihandin wê taxê. Welatiyê Ereb Enwer Adî ku ji navçeya Reşadê koçî vê taxê kiriye, dibêje, “Hemû xizmet ji me re hatine kirin.”

Ji bo bidawîkirina proseya erebkirinê û nehiştina guhertina demografiya bajêr, Kurd serkeftina di hilbijartinên encûmenên parêzgehan de, wek take çareserî dibînin.

Namzedê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo hilbijartinên Encûmenên Parêzgeha Kerkûkê Aheng Enwer dibêje: “Em hewl didin bi serkeftina di hilbijartinan de, gavên cidî yên yasayî bavêjin. Em ê her pirseke wiha bi rêya dadgehan çareser bikin û nehêlin her mijareke dagîrkerî û erebkirinê bi ser welatiyên Kurd ên vî bajarî Re derbas bibe û em ê hemû hewlên xwe bidin, da ku dadgeh û yasa li vî bajarî serwer be.”

Di 6 salên derbasbûyî de, piştî nemana desthilata Kurdî bi taybetî PDK li Kerkûkê, bi alîkariya rêveberiya bajêr, hejmareke mezin ji welatiyên Ereb û Tirkmen ên naverast û başûrê Iraqê bo Kerkûkê hatine anîn û bicihkirin. Heta niha jî ev prose bi awayên cuda berdewam e.