Aydin Marûf: Her biryarek bêyî şêwira pêkhateyan li ser kursiyên kotayê bê dayîn qebûl nakin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Karûbarên Pêkhateyan yê Herêma Kurdistanê Aydin Marûf radigihîne, her biryarek bêyî şêwira nûnerên pêkhateyan li ser kursiyên koteyan bê dayîn, ew wek pêkheteyan qebûl nakin.

Aydin Marûf îro di konferanseke rojnamevanî de ragihand; “Pêwîst e pirsa koteyan li Parlamentoya Kurdistanê ji mijarên siyasî were cudakirin, ne ku bibe beşek ji nakokiyên aliyên siyasî, ji ber ku hebûna pêkhateyan ji bo pêkvejiyana ol û neteweyan girîng e.”

Herwiha got: “Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştevaniya pêkhateyan kiriye, ji bo pêkvejiyana aştiyane ya li Herêma Kurdistanê.”

Diyar kir jî: “Pirsgirêka pêkhateyan, pirsgirêkek girîng e û divê bi hestiyarî serederî pê re were kirin. Her biryareke nebaş a li ser kursiyên kotayan li Dadgeha Federalî, dê bandoreke neyînî li pêkvejiyanê bike. Ji ber vê, Dadgeha Federal berî ku biryarek bide, divê taybetmendiyên pêkhateyan li ber çav bigire.”

Marûf got jî: “Em ne li gel dabeşkirina kursiyên kotayê ne. Hin aliyên siyasî daxwazin ku kursiyên koteyan li ser bingeha ciyografî bên dabeşkirin. Ev yek jî şaş e. Li gorî yasaya Parlamentoya Kurdistanê, Kota  wek netewe beşdar in, ne li ser bingeha olî. Ev yek jî ji Parlamentoya Iraqê cuda ye.”

Destnîşan kir: “Kursiyên kota yên Parlamentoya Kurdistanê ku 11 kursî ne, em li gel wê yekê ne ku wek xwe bimînin û hilbijartinên bê jî bi yek bazneyê bên kirin.”

Amaje bi wê jî kir. “Em hemû dizanin ku Tirkmen, Aşûrî, Suryanî û Kildan li kû ne. Piraniya Tirkmenan li Hewlêrê ne û paşê li Kifrî ne. Kildanî, Suryanî û Aşûrî jî piraniya wan li Hewlêr û Duhokê ne. Ji ber vê yekê nabe ku ev mijar bibe mijareke siyasî û kursî li gorî ciyografiyê bên dabeşkirin.”

Tekez kir jî: “Her guhertinek ku bêyî şêwirîna nûnerên pêkhateyan derbarê beşdarbûna wan di parlamentoyê de bê kirin, nayê qebûlkirin û emê bibin xwedî helwest, ji ber ku destêwerdana di karûbarên pêkhateyan de ye.”

Biryar e Dadgeha Federal îro biryarê li ser du dozên ku li dijî kursiyên kotayan li Herêma Kurdistanê hatine vekirin, bide.

Ew gilî li ser pênc xalên yasaya hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê hatine tomarkirin, ku behsa hejmara kursiyên parlamentoyê, yek bazine û fireh bazneya hilbijartinan û hejmara kursiyên kotayê dike. Ev gilî jî ji aliyê Serokê Fraksiyona YNKê Ziyad Cebar û endamê Kirîstiyanî yê Encûmena Parêzgeha Silêmaniyê Amanc Necîb Şemûn ve hatine tomarkirin.

Li gor madeya 36 ya yasaya Hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê, 5 kursiyên kotayê ji bo pêkhateyên Kildan, Suryan û aşûriyan tê veqetandin, kursiyek ji bo pêkhateya Ermenî û 5 kursî jî ji bo Tirkmenan tê dayîn.

Eger Dadgeha Federalî di berjewendiya giliyê de biryar bide; 11 kursiyên pêkhateyan li Parlamentoya Kurdistanê dê dakeve 6 kursiya û ti kursiyeke Tirkmenan jî di parlamentoyê de namîne.