SOHR: Baregeheke Hevpeymaniya Navdewletî li Hesekê hat armanckirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Baregeha Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê li Rimêlana Rojavayê Kurdistanê bi du dronan hat armanckirin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) belav kir, rêxistina “Berxwedana Îslamî li Iraqê” îro bi mûşekan êrîşî baregeha Xirbit El-Cîr a Hevpeymaniya Navdewletî li Rimêlanê li parêzgeha Hesekê kirin.

Diyar kir jî, ew êrîş ji Iraqê ve ji aliyê koma bi navê “Berxwedana Îslamî” hatiye kirin û heta niha ti zanyarî li ser ziyanên wê êrîşê tune ne.

Di çend rojên borî de, piştî şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de, êrîşên li ser baregehên leşkerî yên Amerîkayê li Sûriye û Iraqê zêde bûne.

Li gorî Rewangehê, ji 19ê Cotmeha borî ve, 47 caran baregehên Hevpeymaniya Navdewletî li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê hatine armanckirin.

Li hember vê yekê, Amerîka çendîn caran milîsên alîgirên Îranê li Iraq û Sûriyeyê bombebaran kirine. Wezareta Derve ya Amerîkayê aşkere kiribû, wan di bersiva êrîşan de, 4 caran ew komên ku êrîş pêk anîne, bombebaran kirin.