Rojnameyeke Israîlê: Tevaya dîmenên 7ê Cotmehê di kamerayên çavdêriyê de nemane

Navenda Nûçeyan (K24) – Rojnameyeke Israîlê parve kiriye, ew kamerayên ku bi dirêjahiya sinorê navbera Israîl û Xezzeyê hatibûn danan û rûdanên 7ê Cotmehê tomar kiribûn bi yekcarî hatine sifirkirin û tomarên wan nemane.

Nivîserê Israîlî Emîr Bohbot ji bo rojnameya Wala ku bi zimanê Ibrî derdikeve nivîsiye, “Tevaya wan kamerayên çavdêriyê yên ku li sinorê navbera Xezze û Israîlê hatine danan û êrîşên 7ê Cotmehê yên Hemasê bo ser Israîlê tomar kiribûn hatine sifirkirin”.

Pêştir jî berpirsên Israîlê ragehandibû ku ew vîdyo mane lê ji bo wan kesan hatine sinordarkirin ên ku destûra ewlehiyê ji bo dîtina wan nîne.

Li gor zanyarên wê rojnameya Israîlî, Televîvê tîmek ji bo karên Hemasê li 7ê Cotmehê pêk aniye ji bo ku sinorê navbera wan bi Xezzeyê re biparêze û bihêz bike.

Ew nivîserê Israîlî herwesa dibêje, “Piledarekî Israîlê di dema serdana xwe de ji bo bingehên serbazî ragehand ku tevaya vîdyoyên rûdana 7ê Cotmehê hatine jêbirin, lewma divê lêkolîn bên kirin”.

Şerê Israîl û Hemasê li 7ê Cotmeha borî ser hilda û bû sedema kuştina zêdetirî 1400 Israîliyan û 15523 Filistiniyan li Xezzeyê ku piraniya kuştiyên Filistîniyan jin û zarok in. Ev di demekê de ye ku Israîlê soz daye Bizava Hemasê nehêle.

Doh jî Serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu di konfiransa yekê ya rojnamevanî de piştî bidawîhatina agirbesta heftrojî ya Xezzeyê ya mirovî ragehand, em dê berdewamiyê bidin operasiyonên bejahiyê ji ber ku bê operasiyonên bejahiyê em nikarin armancên şerî bi cih bînin.

Herwesa ew yek jî berçav kir, serbazên me di dema agirbestê de ji bo serkeftina dawiyê li ser Hemasê amadekariyên temam kirine.

Herwesa got, “Armanca berdewamiya şerê Xezzeyê bidawîanîna Hemasê û azadkirina tevaya revanidiyên Israîlî ye”.