Hejmara kuştiyên Xezzeyê nêzî 16 hezar kesan dibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Xezzeyê li Filistînê nûtirîn amara kuştiyên Kertê Xezzeyê di şerê navbera Israîl û Hemasê de parve kiriye.

Îro roja Duşemê, 4ê Berçileya 2023ê, Wezareta Tendirustiyê ya Xezzeyê li Filistînê ragehand, hejmara kuştiyên Xezzeyê ji ber êrîşên Israîlê gehişt 15899 kesan.

Ji aliyekî din ve Fermandeyê Hêzên Zirîpoş ên Israîlê îro ragehand, Israîl nêzî hingaftina armancên xwe yên serbazî li Xezzeyê bûye, niha li deverên din ên Xezzeyê ji bo zêdetir armanckirina çekdarên Hemasê xebatê dike.

Wî fermandeyî ron kir, “Em niha li deverên din ên Xezzeyê ji bo berfirehkirina pirsên çekdarî xebatê dikin ku armac jê nehêlana Bizava Hemasê ye”.

Şerê Israîl û Hemasê li 7ê Cotmeha îsal ser hilda û bû sedema kuştina zêdetirî 1400 Israîliyan û 15899 Filistiniyan li Xezzeyê ku piraniya kuştiyên Filistîniyan jin û zarok in. Ev di demekê de ye ku Israîlê soz daye Bizava Hemasê nehêle.

Pêştir jî Serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu di konfiransa yekê ya rojnamevanî de piştî bidawîhatina agirbesta heftrojî ya Xezzeyê ya mirovî ragehand, em dê berdewamiyê bidin operasiyonên bejahiyê ji ber ku bê operasiyonên bejahiyê em nikarin armancên şerî bi cih bînin.

Herwesa ew yek jî berçav kir, serbazên me di dema agirbestê de ji bo serkeftina dawiyê li ser Hemasê amadekariyên temam kirine.

Herwesa got, “Armanca berdewamiya şerê Xezzeyê bidawîanîna Hemasê û azadkirina tevaya revanidiyên Israîlî ye”.