Zarokekî Kurd xelatê yekê yê qehremaniya Judoyê li Almanyayê werdigire

Alan Kobanê
Alan Kobanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Zaroyekî Kurd ê xelkê Rojavayê Kurdistanê xelatê yekê yê qehremaniya Judoyê li Almanyayê wergirt.

Doh roja Yekşemê, 3ê Berçileya 2023ê, Alan Omer Fewaz ê 11 salî, ku wekî Alan Kobanê tê naskirin, xelatê yekê yê qehremaniya Judoyê li bakurê parêzgeha Raynê li welatê Almanyayê wergirt.

Îro roja Duşemê, 4ê Berçileya 2023ê, babê Alanî ji K24ê re ragehand ku ew çend meh bûn kurê wî amadekarî ji bo wê yariyê dikirin û karî bi ser hemî hevrikên xwe bikeve û bibe serkeftiyê yekê.

Babe Alanî dibêje, “Ev ne cara yekê ye ku Alan xelata yekê ya Judoyê werdigire. Ev çar sal in ku wî dest bi vê yariyê kiriye û li sala 2020ê ku jiyê wî tenê heşt sal bû li ser astê Ukraynayê bû serkeftiyê sêyê”.

Dema Alanî heştsalî bû li ser astê Ukraynayê bû serkeftiyê sêyê

Wekî ku babê wî behs kir, “Alan Kobanê rojane rahênanan li ser wê yariyê dike ji bo ku şiyanên xwe pêş bixe ji ber ku ew dixwaze tevlî her qehremaniyekê bibe ku li paşerojê li Almanyayê bê kirin”.

Omer Fewaz got, “Em xwecihên bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê bûn. Li sala 2011ê, piştî şerê navxweyî yê Sûriyeyê, em çûn Ukraynayê û Alan li wê derê hat ser dinyayê. Ev çend salek in ku em hatine Almanyayê û bûne penaber. Kurê min Kobanê nedîtiye, ez hêvîdar im rojek bê ku em vebigerin Rojavayê Kurdistanê”.

Judo yariyeke olompî ye û cûneke hunerê şerî yê Japonî ye, ji aliyê Kanō Jigorō ve li sala 1882ê hatiye derxistin. Yarîker ji hemî parêzgehên Almanyayê tevlî wê qehremaniyê bûbûn.

Alan li ser astê Almanyayê bû serkeftiyê yekê
Xelata Alalnî ku li ser astê Almanyayê wergirt