Îran gefan li Israîlê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Li ser kuştina du şarezayên serbazî yên Îranê ji aliyê Israîlê ve li Sûriyeyê, Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê radigehîne, “Em dê bersiva wî karî bidin”.

Malpera Seba Newsê ya girêdayî artêşa Pasdarên Îranê li roja Şemiyê, 2ê Berçileya 2023ê, ragehand ku du endamên artêşa Pasdaran di êrîşeke artêşa Israîlê de li Sûriyeyê hatine kuştin.

Wê malperê amaje dabû ku, ew du endamên artêşa Pasdaran ji bo berjewenda Bereyê Bergiriyê yê Îslamî yê Sûriyeyê di erkekê şêwirmendiyê de bûn û di êrîşa artêşa Israîlê de hatine kuştin.

Ew yek jî berçav kir ku, Mihemed Elî Etayî û Şorce Teqî Zade ew endam in ên ku li Sûriyeyê hatine kuştin.

Di vî warî de Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenanî got, “Her karekê dijî berjewendên Îranê bê kirin bêbersiv nabe”.