Alîgirên Sedir bi ser baregehên Tevgera Hîkme de digirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Bexdayê alîgirên Tevgera Sedir bi ser baregeheke Tevgera Hîkmeyê de girt û wêneyên namzedên wê yên hilbijartinan şewitandin.

Serê sibeha îro roja Çarşemê, 6ê Berçileya 2023ê, bi dehan alîgirên Tevgera Sedir li Bexdayê êrîşî bingeheke Tevgera Hîkmeyê kir û wêneyên namzedên wê yên hilbijartinan şewitandin.

Li gor wan çend parçe-vîdyoyên li medyayên Îraqî hatine parvekirin, namzedê Tevgera Hîkmeyê Belîx Ebu Kelel ku di eynî demê de endamê mekteba siyasî ya wê tevgerê ye jî, di hewa bangeşeyê de ji ber baykota hilbijartinan êrîş kiriye ser Tevgera Sedir û hejmareke tometên din jî dane pal wê.

Hindek alîgirên Tevgera Sedir jî li taxa Cemîleyê ya rojhilata Bexdayê êrîş kiriye ser bingeheke propagandaya Tevgera Hîkmeyê û wêneyên namzedên wê şewitandine.