Pêşewa Hewramanî: Du hizrên wek hev li Herêm û Iraqê li dijî Herêma Kurdistanê hene

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje bi hebûna pêwendiyeke baş di navbera Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Iraqê dike. Herwiha dibêje: “Li hember vê pêwendiya rast, du hizrên wek hev li Iraq û Herêma Kurdistanê hene ku li dijî wê pêwendiyê hene.”

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî îro di konferanseke rojnamevanî de ragihand, niyazeke baş a Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî li hember Herêma Kurdistanê heye û pêwendiyeke baş di navbera wî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî de heye. Li hember vê pêwendiya rast, du hizrên wek hev li Iraq û Herêma Kurdistanê hene ku li dijî wê pêwendiyê hene.”

Hewramanî diyar kir, ji ber piştevaniya wê hizra neyînî ya li Kurdistanê heye, li Bexdayê her hewlek ji bo lêdana li qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê û biçûkkirina pêgeha wê ya destûrî û bêparkirina wê ji hemû mafên wê tê dayî.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez kir jî, hikûmeta Herêma Kurdistanê her tiştî dike ji bo pêşxistina hizra erênî û nehiştina serketina hizra nerênî ku kar li ser hest û aliyên derûnî yên mamoste, karmend û hemû xelkê Herêma Kurdistanê dike.

Hewramanî got: “Biçûkkirina qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê ne di berjewendiya ti kesî de ye, ewên ku digotin divê Herêma Kurdistanê petrola xwe radestî Bexdayê bike, dê her tişt û bi taybet pirsa mûçeyan çareser bibe, lê piştî ku hikûmeta Herêma Kurdistanê dosyaya petrolê radestî Bexdayê kir, rewş her wek xwe ma û ev propagandkar jî li hember zulma Bexdayê bêdeng man.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez kir, ew piştevaniya mafên mamosta, karmend û mûçexuran dikin û daxwaz ji Bexdayê jî dikin ku dawî li vê neheqiyê bîne û mijara mûçeyan ji her pirseke din cuda bike.

Di derbarê pirsa petrolê de jî, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê kir, di navbera Hewlêr û Bexdayê de pêşketin hene. Tekez jî kir ku Herêma Kurdistanê hemû erkên xwe cîbicî kirine û hewl ji bo diyarkirina têçûna kompanyayan dike, bi awayekî ku ziyan negihêjin wan kompanyayan.

Got jî: “Herêma Kurdistanê ji meha Adarê ve, ji dema hinardekirina petrolê hatiye rawestandin ve, 11 milyon bermîlên petrolê daye hikûmeta Iraqê, bi rêjeya 85 hezar bermîlên petrolê rojane, lê hikûmeta Iraqê xerc û mafên Hikûmeta Herêma Kurdistanê neşandiye.