Şewqî Omer: Nîv milyon kesî serdana Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Silêmaniyê kir

Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Silêmaniyê - Wêne: Dana Hemexerîb - Kurdistan24
Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Silêmaniyê - Wêne: Dana Hemexerîb - Kurdistan24

Navenda Nûçeyan (K24) – Serperiştyarê Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Silêmaniyê dibêje, di heyama 10 rojan de nêzîkî nîv milyon kesî ji bajarên Iraq û Herêma Kurdistanê serdana pêşangehê kirine.

Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Silêmaniyê roja Duşemê 27-11-2023 dest pê kir û 10 rojan berdewam kir. Serperiştyarê Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Silêmaniyê Şewqî Omer ji K24ê re got: “Rojane bi dehhezaran kes serdana pêşangehê dikirin ku piraniya wan ciwan bûn.”

Şewqî Omer diyar kir, di heyama 10 rojan de nêzîkî 500 hezar kesî sedana pêşangehê kirine, nîvê mêvanan xelkê Silêmaniyê bûn û nîvê din ji bajar û bajarokên din hatibûn ê Herêma Kurdistanê bûn.

Da zanîn jî: “Îsal daxwazeke mezin ji bo pirtûkan hebû û rojane bi sedan milyon dînar dihatin kirîn û firotin. Em hêvîdar in ku xwendina pirtûkan bibe çandek ku em pê şanaziyê bikin.”

Diyar kir jî: “Rojane bi hezaran welatî û bi sedan otobus ji naverast û başûrê Iraqê, Hewlêr û Duhokê serdana pêşangehê kirin. Îsal 200 weşanxane ji 20 welatan di pêşangehê de beşdar bûn.”