Medyayên Israîlê: Nêzî 100 serbazan li şerê Xezzeyê çavên xwe ji dest dane

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gor medyayên Israîlê, çavên nêzî 100 serbazên Irasîlî ji ber bikerneanîna berçavkên parêzer di dema şerî de li Xezzeyê birîndar bûne.

Îro (Pêncşem, 7ê Berçielya 2023ê) kanala Kanê ya Israîlî ragehand, çavên 100 serbazên Israîlî ji ber bikerneanîna berçavkên parêzer di dema şerî de li Xezzeyê birîndar bûne”.

Herwesa got, “Di navbera 10 heta 15% ya birîndaran, çavek an herdu çavên wan kor bûne”.

Hejmara serbazên kuştî jî heta serê sibeha îro, gehiştiye 411 serbazan ku di dema 24 seetên borî de 10 serbaz hatine kuştin.

Li 7ê Cotmeha 2023ê şer di navbera Bizava Hemasê û Israîlê de çê bû. Li destpêkê balê serbazî yê Bizava Hemasê ya Filistînî li Xezzeyê zêdetirî pênc hezar moşekan avêtin deverên li bin desthilata Israîlê û deverên ku Cihû lê dimînin û têla sinorî ya navbera Kertê Xezzeyê û komelgeha Cihûyan jî birî. Li beranberî wê yekê, artêşa Israîlê jî wekî bersivek rojane êrîşên asmanî û bejahî dike ser Kertê Xezzeyê.