Serokê partiyeke siyasî li Îraqê hat kuştin

Fazil Mersûmî
Fazil Mersûmî

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bakurê Bexdayê teqe li Serok û Damezrînerê Partiya Daîyê tê kirin û di nav erebeya wî de tê kuştin.

Îro (Pêncşem, 7ê Berçileya 2023ê) peyamnêrê K24ê ragehand, Serok û Damezrînerê Partiya Daîyê Fazil Mersûmî li devera Taciyatê li bakurê Bexdayê di nav erebeya xwe de ji aliyê hindek çekdarên nenas ve hatiye kuştin.

Partiya Daîyê partiyeke siyasî ya Şîeyan e ku li sala 2008ê hatiye damezrandin. Ji dema damezrandina xwe bi lîstên serbixwe tevlî hilbijartinên Perlemana Îraqê û civatên parêzgehan bûye.

Ji bo hilbijartinên vê carê yên civatên parêgehên Îraqê ku dê li 18ê vê mehê bên kirin, ew partiya siyasî bi lîsta Weteniyon tevlî hilbijartinan dibe.

Serok û damezrînerê Partiya Daîyê Fazil Mersûmî, ku bawernameya zanîngehê bi zimanê Erebî wergirtiye û li Qezaya Xalisê ya parêzgeha Diyaleyê hatiye ser dinyayê, demekê li Hewza Ilmî xwandiye û paşî xwe wekî Îmamê Rebanî daye nasandin. Ev nasnav û awayê wî yê hizirkirinê ji aliyê aliyên Şîeyan ve hatiye redkirin ji ber ku ew dijî wê yekê bû ku ji bilî dewletê çek di destê çi kom û partiyên siyasî de hebe.