Balyozxaneya Amerîkayê li Îraqê: Em daxwazê ji Îraqê dikin ku karmend û dezgehên diplomasî biparêzin

Balyozxaneya Amrîkayê li Bexdayê
Balyozxaneya Amrîkayê li Bexdayê

Navenda Nûçeyan (K24) - Balyozxaneya Amerîkayê li Îraqê daxwazê ji Hikûmeta Îraqê dike ku karmend û dezgehên diplomasî biparêze.

Piştî ku serê vê sibehê êrîşî balyozxaneya Amerîkayê li Îraqê hat kirin, Berdevkê Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê ragehand ku, wê êrîşê çi zirarên canî nebûne. Herwesa daxwaz ji Hikûmeta Îraqê kir ku şandiyên diplomasî û Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê biparêze.

Berdevkê Balyozxaneya Amerîkayê got, “Em careke din daxwazê ji Hikûmeta Îraqê dikin ku her tiştekê di şiyana xwe de ji bo parastina tîm û şandiyên diplomasî bike”.

Herwesa tekez kir ku mafê wan e hemî rêyan ji bo parastina xwe li her cihekî cîhanê bidin ber xwe.

Çend çavkaniyên ewlehiyê parve kiriye ku, serê sibeha îro (Înî, 8ê Berçileya 2023ê) çend moşek li nêzî balyozxaneya Amerîkayê li Devera Kesk a Bexdayê keftine xwarê.

Wan çavkaniyên ewlehiyê behsa wê yekê jî kiriye ku, piştî arastekirina moşekan, zenga haydarkirinê li derdora balyozxaneya Amerîkayê û li nav balyozxaneyê bi xwe jî hatiye çalakkirin.

Amaje daye wê yekê jî ku, li dû zanyarên destpêkî, çend moşek bi balyozxaneyê jî keftine û rewşa ji nişkê ve hatiye ragehandin.

Heta niha çi kom û aliyan berpirsatiya xwe ji êrîşa li ser balyozxaneya Amerîkayê li Îraqê ranegehandiye.