Dijeterora Kurdistanê: Droneke bombekirî li Hewlêrê xwe li avahiyekî da

Wêneyê wê dronê piştî teqînê
Wêneyê wê dronê piştî teqînê

Navenda Nûçeyan (K24) – Dijeterora Kurdistanê ragehand, li Hewlêrê droneke bombekirî xwe li avahiyekî medenî daye.

Li gor zanyarên Dijeterora Kurdistanê, seet 18:05 ê êvara îro (Pêncşem, 8ê Berçileya 2023ê) droneke bombekirî li bajarê Hewlêrêx we li avahiyekî medenî da, lê çi zirarên canî jê çê nebûne.

Ev ragehandin piştî wê yekê hat ku vê êvarê dengekî mezin li Hewlêrê hat bihîstin û hindek dezgehên ragehandinê behs kir ku êrîşî Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê hatiye kirin, lê ew zanyar di ragehandina Dijeterora Kurdistanê de hatine redkirin.

Di eynî demê de Birêveberê Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê Ehmed Hoşyar ji K24ê re ragehand ku, çi êrîş nehatine ser Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê û red kir ku ew dengê li Hewlêrê hatiye bihîstin li nav balafirxaneyê be.