Ragehandinek ji aliyê Civata Asayîşa Herêma Kurdistanê ve

Navenda Nûçeyan (K24) – Di ragehandinekê de li ser êrîşa dronî ya îro ya Hewlêrê, Civata Asayîşa Herêma Kurdistanê ragehand, “Em Hikûmeta Federalî ya Îraqê berpirsyara rawestandina bizavên komên ji-qanûnê-derkeftî li dijî welatiyên Herêma Kurdistanê dibînin”.

Îro (Înî, 8ê Berçileya 2023ê) Civata Asayîşa Herêma Kurdistanê ragehandinek parve kiriye ku tê de hatiye, “Êvara îro droneke bombekirî avahiyekî akincîbûna welatiyan li bajarê Hewlêrê kiriye armanc, tenê zirarên madî ji vê êrîşê çê bûne.

Civata Asayîşa Herêma Kurdistanê amaje daye, “zêdebarî şermezarkirina vê êrîşê, em Hikûmeta Federalî ya Îraqê berpirsyara rawestandina van bizavên komên ji-qanûnê-derkeftî dibînin”.

Li gor zanyarên Dijeterora Kurdsiatnê, seet 18:05 ê êvara îro (Înî, 8ê Berçileya 2023ê), droneke bombekirî li bajarê Hewlêrê xwe li avahiyekî medenî da, lê çi zirarên canî jê çê nebûne.