Kesekî Sûrî û 3 çekdarên Hizbullaha Libnanî di êrîşeke Îsraîlê de hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Di êrîşeke asmanî ya Îsraîlê de, kesekî Sûrî û 3 çekdarên Hizbullaha Libnanî li parêzgeha Quneyterayê hatin kuştin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) belav kir, doneke Îsraîlê îro danê sibê otomobîleke “taxî” ku hejmarek çekdar tê de bûn di navbera bajarokê Beis û Quenyterayê de bombebaran kir.

Diyar kir jî, di encama êrîşê de, kesekî Sûrî û 3 çekdarên Hizbullaha Libnanî yên ji yekîneya çavdêrî û avêtina mûşekan hatin kuştin.

Li gorî zanyariyên SOHRê, ji destpêka şerê Hemas û Îsraîlê di 7ê Cotmeha borî ve, Îsraîlê heta niha 28 caran axa Sûriyê kiriye armanc, di encamê de jî 32 çekdar û 2 sivîl hatine kuştin.

Ji Adara 2011an de, Îsraîl her car êrîşî baregehên artêşa Sûriyê û mîlîşyayên ser bi Îranê ve dike. Îsraîl Sûriyê tomebar dike ku ew rê dide hêzên ser bi Îranê ve ji nava Sûriyeyê ve êrîşî Îsraîlê bikin.