Bazara penêr a Diyarbekirê li ber girtinê ye

Diyarbekir (K24) – Li Bazara Penêr a Diyarbekirê ku bazareke dîrokî ya li taxa Sûrê ye, rewşa dan û stendinê nebaş e. Penêrfiroşên bazarê didin zanîn ku xelk êdî nikare wekî salên borî bi kîloyan penêr bikire. Welatî jî ji vê buhabûnê bi gazinc in ku êdî nikarin penêr deynin ser sifreya xwe.

Li navçeya Sûrê ya Diyarbekirê, Bazara Penêr bê kiriyar maye. Li bazara ku berê 80 penêrfiroş lê hebûn, niha 40 penêrfiroş mane. Penêrfiroşên bazarê destnîşan dikin ku ev 2 sal in bazara wan li ser daxwazên bajarên Tirkiyeyê li ber xwe dide ku bi penêrê xwe bi rêya kargoyê dişînin.

Penêrfiroş Davûd Kaya dibêje: “Kîloyek 4 gulî penêr e. Penêr buha ye. Welatî nikarin bikirin. Ew jî mafdar in. Em jî nikarin bifiroşin. Em rawestiyane. Ango hew maye ku em dikanên xwe bigirin. Buha zêde ye, divê buha bê daxistin. Divê pê re jî buhayê şîr dakeve, divê buhayê her tiştî dakeve.”

Ji ber ku buhayê sotemeniyê bandorê li dan û stendina navbera ajaldar û penêrfiroşan dike, çiqas buhayê sotemeniyê zêde dibe, buhayê penêr jî pê re zêde dibe. Ji ber vê yekê jî gelek kes berê xwe didin toraq û lorikê ku kîloya wan jî bi 60 lîreyî tê firotin. Welatî jî hem ji zêdebûna buhayê penêr hem jî ji kêmbûna hêza kirînê bi gazinc in.”

Welatî Xetîp Dem dibêje: “Berê dema me kûpek penêr dikirî, ew kûp salekê li ber xwe dida. Em niha ji kûpekê daketine 5 kîloyan-3kîloyan. Penêr bûye 200 lîre. Berê 120 lîre bû, xelkê dikaribû bikiriya. Niha bûye 200 lîre, kes nikare bikire. Zêde buha ye, debar zehmet bûye.”

Par di carekê de buhayê penêr ji %80 zêde bû. Li vê bazara penêr jî kar ji % 80 daket. Ji ber van buhayên zêde hem welatî bi gazinc in hem jî ev bazar bi xetereya girtinê re rû bi rû ye.