Balyoza Amerîkayê li Iraqê: Ez ji bo qurbaniyên bûyera Soranê gelek xemgîn im

Navenda Nûçeyan (K24) – Balyoza Amerîkayê li Iraqê hevxemiya xwe ji bo qurbaniyên şewata avahiya niştecihbûnê ya li Soranê ragihand.

Balyoza Amerîkayê li Iraqê Alina Romanowski di peyamekê de li ser platforma “X” ragihand, “Ez ji bo wan kesên ku di şewata trajîk a avahiya li Soran – Hewlêr de canê xwe jidest dane, gelekî xemgîn im.”

Romanowski herwiha di peyama xwe de got: “Sersaxî û duayên me ji malbatên qurbaniyan re ne.“

Duhî êvarê 8ê Berçileya 2023an agir bi avahiyeke li bajarê Soranê ket û tê de 14 xwendekar, mamosta û welatiyên din canê xwe jidest dan û çend kesên din jî birîndar bûn.

Piştî bûyerê li ser fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî komîteyek ji bo lêkolînkirina sedema bûyerê hat avakirin.