Welatiyekî Kerkûkê: Hilbijartinên vê carê şoreşeke spî ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Welatiyên Kurd hilbijartinên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê weke “şoreşeke spî” binav dikin û dibêjin: “Divê em bi dengdanê, rewşa xirab a Kerkûkê biguherînin.”

Hesen Şikur bi salan e li bazara Şorceyê kar dike û têkiliya wî bi xelkê re heye, ew van hilbijartinan bi çarenivîsaz dibîne û dibêje: “Divê bi dengdanê, dawî li vê nedadperweriya şeş-salî ya li bajêr heye were.”

Hesen tekez dike: “Ev hilbijartina niştimanî ji bo parêzgeha Kerkûkê, şoreşeke spî ye. Divê her Kurdek biçe ser sindoqan, ferq nake, alîgirê kîjan partiyê be.           Divê parêzgarê Kurd vegerînin.”

Welatiyê bi navê Newzad Welî jî diyar dike: “Pir girîng e ku Kurd di hilbijartinên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê de, dengê xwe bidin. Kerkûk mafê me ye û divê em hewl bidin wê zindî bikin.”

Ji bilî partiyên Kurdistanî, welatiyên Kerkûkê jî hest bi wê metirsiyê kirine ku eger di vê hilbijartinê de Kurd piraniya dengan bi dest nexin, nikarin careke din posta parêzgariyê bi dest bixin.

Welatiyê Kurd ê Kerkûkê Cebar Xwakeram dibêje: “Eger em dixwazin parêzgarê Kerkûkê bi dest bixin, divê em hemû biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin.”

Eger aliyên Ereb û Tirkmen astengiyan li pêşiya hilbijartinên Encumena Parêzgehê dernexin, li gorî amar û daneyan, partiyên Kurdî dikarin ji sedî 50 dengan bi dest bixin.

Dawî hilbijartinên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê, di sala 2005an hatibûn kirin, piştî 18 salan dê 18ê vê mehê careke din bên kirin.

Encûmena Parêzgeha Kerkûkê vê carê ji 15 kursiyan pêk tê û 248 berbijêrên 10 hevpeymanan, 5 lîsteyên partiyên siyasî û 3 namzedên serbixwe, hevrikiyê li ser bidestxistina wan kursiyan dikin.