Hizbullaha Iraqî gefa berfirehkirina êrîşên xwe li ser baregehên Amerîkayê xwar

Navenda Nûçeyan (K24) – Hizbullaha Îraqî gefa berfirehkirina êrîşên xwe li ser baregehên Amerîkî xwar û got, ew kesên ku alîkarîya Amerîkayê dikin, hevkarên wan tawanan in.

Fermandarê Hizbullaha Îraqî Iraqê Ebû Elî Eskerî ragihand, ew tiştên ku wan berê li dijî baregehên Amerîkayê li Iraq û Sûriyeyê kirine, tenê destpêk e, ji niha û pê de ewê êrîşên xwe berfirehtir û tundtir bikin.

Eskerî got, ew kesên ku bingehên Amerîkayê wek şandên dîplomatîk dizanin, ew dixwazin pêgeh û berjewendîyên xwe li Iraqê biparêzin.

Ew Fermandarê Hizbullaha Îraqî dibêje, “ajansên ewlekarî yên ku alîkariya Amerîkayê dikin jî, hevparê tewanan in.”

Di çend rojên borî de, piştî şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de, êrîşên li ser baregehên leşkerî yên Amerîkayê li Sûriye û Iraqê zêde bûne.

Herî dawî jî, Berdevkê Balyozxaneya Amerîkayê ragihandibû, roja 8ê vê mehê bi du mûşekan êrişî balyozxaneya Amerîkayê hatibû kirin.

Piştre jî Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka Lloyd Austin bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî re axivî û tekezî li ser pabendbûna hikûmeta Iraqê bi parastina karmendên dîplomatîk û şêwirmendên Hevpeymanan kiribû.