Ebdulselam Berwarî: Kurd dikarin bi yekdengî dawî li rewşa neyasayî ya Kerkûkê bînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Şirovekarê siyasî Ebdulselam Berwarî ragihand, di hilbijartinên Encûmenên Parêzgehan de, Kurd li Kerkûkê dikarin bi yekdengî dawî li rewşa neqanûnî ya Kerkûkê bînin.

Şirovekarê siyasî Ebdulselam Berwarî ji K24ê re got: “Li gor destûra Îraqê, Encûmena Parêzgehê roleke wê ya giring heye, bi taybet jî ji bo me ku giring e li deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, beşdarî hilbijartinên encûmenên parêzgehan bibin, bi taybet li Kerkûk û Neynewayê divê em li hev bikin. Eger em weke Kurd bi hev re bin, emê piraniyê bidest bixin.”

Diyar kir jî: “Li Neynewayê parêzgar ne ji bo Kurdan be jî, cîgirê parêzgar mafê Kurdan e. Li Kerkûkê jî di hilbijartina pêştir de ku lîsteya bi navê Biratî hebû, Kurdan ji bilî ku piraniya dengan bidest xistibû, karî dengên Tirkmen û Ereban jî bidest bixin û parêzgar destnîşan bikin.”

Derbarê yekrêziya Kurdan de, Berwarî got: “Yekitiya Kurdan di du qonaxan de pêwîst e. Yek, dema avakirina lîste û hevpeymaniyan e, ku mixabin ev yek pêk nehat û gelek sedem hene, divê piştî hilbijartinan yekrêz bin. Eger li Herêma Kurdistanê em li hev nakin, lê ji bo paşeroja Kerkûkê şerekî niştimanî û mayînde heye, divê em li wan deveran yekrêz bin. Ji bo rê li ber siyaseta niha ya li Kerkûk û deverên din heye, bê girtin.”

Berwarî tekez kir: “Divê em ne tenê li ser dabeşkirina postan li hev bikin, lê divê em li ser hewldanên cidî ji bo Kurdbûna Parêzgarê Kerkûkê jî lihev bikin.”

Wî şîrovekarê siyasî got: “Eger Kurd bibin yek, emê dawî li rewşa neyasayî ya Kerkûkê bînin. Eger Kurd di roja hilbijartinê de beşdariyeke berçav bike, dê piraniyeke baş bidest bixin, emê dawî li proseya erebkirina bajêr û lawazkirina pêgeha Kurd bînin.”

Amaje bi wê jî kir: “Helwesta me li Neynewayê ne xirab e, rast e cîgirê parêzgar Kurd e, lê ji ber ku di encûmena parêzgehê de fraksiyoneke bihêz li pişt e, bêyî Kurd, parêzgarê Ereb jî nayê danîn.”