Yekîtiya Ewropayê daxwaza agirbesteka berdewam ji bo Xezzeyê dike

Yekîtiya Ewropayê
Yekîtiya Ewropayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokên Spanya, Îrlenda, Belçîka û Maltayê nameyek ji Serokê Civata Ewropayê Charles Michel re şandiye û daxwaz dikin ku, serokên welatên Yekîtiya Ewropayê vê heftiyê ji bo danûstandinan li ser rewşa Xezzeyê bicivin û pêkve daxwaza agirbesteka mirovî ya herdemî ji bo Xezzeyê bikin, pêxemetî bidawîhatina şerê navbera Israîl û Bizava Hemasê.

Îro (Yekşem, 10ê Berçileya 2023ê) Ajansa Reutersê parve kiriye ku, biryar e rojên 14 û 15 ên vê mehê serokên welatên Yekîtiya Ewropayê ku 27 welat in li Brûkselê bicivin û danûstandinan li ser rêyên arîkarîkirina Ukraynayê di şerê li beranberî Rûsyayê de bikin, û herwesa li ser budceya Yekîtiya Ewropayê û rewşa Rojhilata Navîn vegerin.

Serokên Spanya, Îrlenda, Belçîka û Maltayê nameyek ji Serokê Civata Ewropayê Charles Michel re şandiye, tê de amaje daye metirsiya şerê navbera Israîl û Hemasê ku îmkan heye ew şer berfireh bibe û bigehe tevaya deverê.

Li dû zanyarên Ajansa Reutersê, di wê nameyê de daxwaz hatiye kirin ku welatên Ewropayê daxwaza agirbesteka mirovî ya berdewam û bilez ji bo Xezzeyê bikin, pêxemetî bidawîhatina şerî. Di eynî demê de daxwaza parastina welatiyên sivîl bi rengekî bilez jî hatiye kirin.

Ew her çar welat di wê nameyê de daxwaza çêkirina kopîtkeke aştiyê li ser Xezzeyê di nêzîktirîn dem de dikin, herwesa daxwaza damezrandina dewleta Filistînê bi rex dewleta Israîlê ve dikin, ji bo bidawîanîna wê hevrikiyê.