SOHR: Di êrîşên Îsraîlê de 8 kes li gundewarê Şamê birîndar bûn

Bombebaran
Bombebaran

Navenda Nûçeyan (K24) – Di zincîreyeke êrîşên asmanî yên Îsraîlê li ser navçeyên gundewarê Şam û Quneyterayê de, 8 kes birîndar bûn.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) belav kir, Îsraîlê şeva borî derdora Firokxaneya Navdewletî ya Şamê û navçeyên navçeyên Seyide Zêneb û Eqreba mûşekbaran kirin.

Diyar kir jî, di encama wan êrîşan de, 5 leşker û 3 sivîl ku di nava wan de jinek heye birîndar bûn.

Rewangehê da zanîn jî, Îsraîlê baregehek li nêzîkî gundê Heder ê li gundewarê Quneyterayê jî mûşekbaran kir, bêyî ti zanyarî li ser ziyanên canî bide.

Amaje bi wê jî kir, mûşekên Îsraîlê baregehên di navbera Seyide Zêneb û Firokxaneya Navdewletî ya Şamê de kirine armanc ku baregehên Hizbulaha Libnanî û mîlîşyayên ser bi Îranê ve lê hene.

Ji aliyê xwe ve, ajansa “SANA” a fermî ya Sûriyeyê li zarê jêderekî leşkerî ragihand, şeva borî demjimêr 11: 05 Îsraîlê ji aliyê Golanê ve bi mûşekan êrîşî derdora Şamê kir.

Got jî, sîstemên berevaniya asmanî ya Sûriyeyê rûbirûyî wê êrîşê bû û hejmarek mûşek xistin xwarê û tenê ziyanên madî ji encama êrîşê derketin.

Li gorî zanyariyên SOHRê, ji destpêka şerê Hemas û Îsraîlê di 7ê Cotmeha borî ve, Îsraîlê heta niha 30 caran axa Sûriyê kiriye armanc, di encamê de jî 32 çekdar û 2 sivîl hatine kuştin.

Ji Adara 2011an de, Îsraîl her car êrîşî baregehên artêşa Sûriyê û mîlîşyayên ser bi Îranê ve dike. Îsraîl Sûriyê tomebar dike ku ew rê dide hêzên ser bi Îranê ve ji nava Sûriyeyê ve êrîşî Îsraîlê bikin.