Serok Barzanî: Rola Yekîtiya Jinan di têkoşîna gelê me û parastina mafên jinan de berçav û diyar e

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî bi boneya 71 saliya damezrandina Yekîtiya Jinên Kurdistanê, pîrozbahî li Sekreter û endamên Sekreteriya Yekîtiya Jinên Kurdistanê kir û ragihand: “Rola Yekîtiya Jinan di têkoşîna gelê me û parastina mafên jinan de berçav û diyar e.”

Peyama Serok Barzanî:

Sekretera û endamên Sekreteriya Yekîtiya Jinên Kurdistanê yên rêzdar

Bi boneya 70 saliya damezrandina Yekîtiya Jinên Kurdistanê, germtirîn pîrozbahiyên xwe arasteyî we û hemû endamên rêxistina we ya têkoşer û hemû jinên Kurdistanê dikim.

Yekîtiya Jinên Kurdistanê ezmûneke dewlemend û bêmînak a destpêka beşdarbûn û perwerdekirina jinên Kurdistanê di jiyana siyasî de bûye û rola wê di têkoşîna gelê me de û di nasandin û parastina mafên jinan de berçav û diyar e.

Herdem hêvî ji Yekîtiya Jinên Kurdistanê heye ku bibe çavkaniya hişyariya neteweyî, niştimanî û pîşeyî ya hemû jinên Kurdistanê bin û kar ji bo parastina mafên jinan di nav malbat, cihê kar, qada siyasî û qadên din ên civakê de xebat bike.