HEDEPê kurtenavê xwe guhert û kir: DEM Partî

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Demokrasî û Wekheviya Gelan (HEDEP) kurtenavê xwe guhert û navê nû yê partiyê bû DEM Partî.

Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê bi hinceta ku dişibe navê HADEPê ya ku di sala 2003an de hatibû girtin, li dijî kurtenavê Partiya Demokrasî û Wekheviya Gelan HEDEPê derketibû û daxwaza guhertina wê kiribû.

HEDEPê jî biryar girt ku kurtenavê xwe biguherîne. Berdevka HEDEPê Ayşegul Dogan navê nû yê partiya xwe îro bi civîneka rojnamevanî ragihand û eşkere kir, kurtenavê nû yê partiyê bûye: DEM-Partî.

Dogan anî ziman ku guhertinên ku Dadgeha Bilind xwestine, di rêziknameya partiyê de hatine kirin û got: “Bingeha me ne tîp, mirov in. Cewherê partiya me têkoşîna aştî û demokrasiyê ye. Tişta bûye wesîle ku em di dîrokê de werin nivîsîn berxwedan biryardarî û tekoşîna me ye.”

Dogan bal kişand ser wateya kurtenavê nû yê partiyê û got: “DEM jî bi wateya henase, peyv, kêlîk û demê ye. DEM şoreşek e, ev şoreş wê ji qeyûman dest pê bike. Tenê demeke kurt maye ku em qeyûman biguhêrin.”

Partiya Çep a Kesk, roja 25ê Îlona borî di kongreya xwe de navê partiya xwe guhert û kir Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (HEDEP), vê carê jî kurtenavê xwe kir: DEM-Partî.