Îsal nirxê dermanan 3 caran li Rojavayê Kurdistanê bilind bûye

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Sûriyeyê îsal 3 caran nirxê dermanan zêde kiriye, vê carê ji sedî 70 heta 100 bilind kiriye. Welatiyên Qamişlo dibêjin ku ev zêdebûn bandorek mezin li ser wan kiriye, nemaze ku rewşa wan a aboriyê gelek xirab e.

Nesredîn Perîk ku xwediyê kogeheke dermanan e li nava Qamişlo, vê zêdebûnê bi daketina berdewam a nirxê lîreya Sûrî li beramberî dolarê Amerîkî ve girê dide.

Ev buhabûna bêhempa rewşa xelkê zehemtir kiriye. Hesen Xelîl ku nexweş e û pêwîstiya wî ya berdewam bi dermanan heye dibêje, mûçeyê wî yê mehane 300 hezar lîreyên Sûrî ye ku dike 21 dolar, vê zêdebûna nirxê dermanan bandoreke mezin lê kiriye.

Ji destpêka şerê li Sûriyeyê ji sala 2011an ve, nirxê lîreya Sûrî bi dehqatan daketiye, ev hilweşîna lîreyê jî bû sedema ku hîperenflasyonê û ji sedî 90 ê xelkê di binê sînorê hejariyê de bimîne.