Li Akrê 9 proje bi 14 milyar dînar tên cîbicîkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Akrê di heyama Kabîneya Nehem de, 21 proje hatine cîbicîkirin û 9 ji wan bi nirxê 14 milyar dînar tên encamdan.

Şaredarê Akrê Bilind Reza ji Fermangeha Medya û Zanyariyan re got: “Kabîneya Nehen gavên giring ji bo cîbicîkirina pirojeyan li navçeya Akrê avêtine: 21 proje cîbicî kirine, ji wan 12 proje hatine temamkirin û 9 ji wan bi bihayê 14 milyar dînar, di warê cîbicîkirinê de ne.”

Proje di sektorên rê, perwerde, geştiyarî û sektorên cihêreng ên xizmetguzariyê yên ku pêwîstiya navçeyê pê heye, de ne.

Welatiyê ji Akrê Haşim Mistefa got: “Em spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku giringî daye vê navçeyê. Li navçeyê, rêyên baş li hatine çêkirin, em hêvîdar in zêdetir giringî bi projeyên li navçeyê bê dayîn.”

Navçeya Akrê 120 k.m dikeve başûrê rojhilatê Duhokê, Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî di çarçoveya giringîdana bi navçe, bajarok û bajarokan de, hejmarek ji projeyan lê cibicî kirine.