Li Perlemana Ewropayê lidûçûn ji bo pirsa qanûna budce û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê tê kirin

Perlemana Ewropayê
Perlemana Ewropayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî bizavên Nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropayê, çend endamên Perlemana Ewropayê ji bo piştgirîkirina Herêma Kurdistanê pirsyara perlemanê arasteyî berpirsên siyaseta derve û ewlehiya Yekîtiya Ewropayê dikin.

Îro (Duşem, 11ê Berçileya 2023ê) sê endamên Perlemana Ewropayê bi navên Andreas Schneider, Nicholas Williamson û Francois Alphonse bi nivîsareka fermî û wekî piştgiriyek ji bo Herêma Kurdistanê pirsyara perlemanê arasteyî berpirsên siyaseta derve û ewlehiya Yekîtiya Ewropayê dikin, herwesa lidûçûnê ji bo pirsa qanûna budce û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê dikin.

Ew endamên Perlemana Ewropayê du pirsyaran li ser siyasîkirina biryarên Dadgeha Federalî ya Îraqê û sedemên li pişt biryarên wê dadgehê dikin.

Di pareke din a nivîsara wan de hatiye, tevî ku bendên lihevkirina navbera Hewlêr û Bexdayê li destpêka îsal ji qanûna budceya (2023-2025) hatine binecihkirin û ji aliyê Civata Nûneran û Civata Wezîrên Îraqê ve hatine pejiransdin jî, lê heta niha Hikûmeta Herêma Kurdistanê pişka xwe ji budceya Îraqê wernegirtiye.