Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî 500 pakêtên xwarinê bi ser xelkê Şingalê de dabeş dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Dezgaha Xêrxwaziya Barzanî 500 pakêtên xwarinê bi ser malbatên kêmdahat ên Şingalê de dabeş kirin û diyariyên cejnê jî pêşkêşî zêdetirî 270 zarokên sêwî kirin.

Berpirsê ofîsa Şingalê ya Dezgeha Xêrxwazi​​ya Barzanî, Şêro Simo ji K24ê re ragihand, Dezgehê bi boneya cejna Rojiya Êzidiyan, 500 pakêtên xwarinê li ser malbatên kêmdahat ên Şingalê belav kirin.

Şêro Simo amaje bi wê jî kir, Dezgehê herwiha diyariyên cejnê jî pêşkêşî zêdetirî 270 zarokên sêwî yên navçeya Şingalê kirin.

Cejna Sersalê yan jî Çarşema Sor û Cejna Rojiya Êzidiyan, du cejnên Kurdên Êzidî ne û Êzidî li her derê cîhanê bin, cejnên xwe pîroz dikin.