Blinken ji bo Sûdanî: Êrîşên ku tên ser bingehên me Ii Îraqê teroristî ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Di peywendiyeka tilefonî de bi Serokwezîrê Îraqê re, Wezîrê Derve yê Amerîkayê êrîşên ku li dijî bingehên Amrîkayê li Îraqê tên kirin wekî êrîşên teroristî wesifandin.

Wezareta Derve ya Amerîkayê parve kiriye, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken di peywendiya xwe ya tilefonî de ya bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re, zêdebarî şermezarkirina armanckirina balyozxane û bingehên Amerîkayê li Îraqê, tekez li ser wê yekê jî kir ku, divê berpirsên Bexdayê lêkolîn û lidûçûnan ji bo bikerên wan destdirêjiyan bikin.

Li gor wê ragehandinê, Antony Blinken amaje daye wê yekê jî ku, “Komên çekdar ên Îraqê bi piştevaniya Îranê êrîş dikin ser bingehên Amerîkayê, pêxemetî binpêkirina serxwebûn û serweriya Îraqê”.

Pêştir li 9ê vê mehê Pentagonê parve kiribû, Wezîrê Bergiriyê yê Amerîkayê danûstandin bi Serokwezîrê Îraqê re kirine û behsa pabendbûna Hikûmeta Îraqê kiriye, ji bo parastina karmendên diplomatî û şêwirmendên hevpeymanan û dezgehên wan.

Ev di demekê de ye ku piştî destpêkirina şerê Israîl û Bizava Hemasê li Xezzeyê, êrîşên komên çekdar li Îraq û Sûriyeyê li ser bingehên Amerîkayê zêde bûne.

Li gor daxuyaniya Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê (Pentagon), ji 7ê Cotmeha borî heta niha, 89 caran êrîşî bingehên wan li Îraq û Sûriyeyê hatiye kirin.