Xwendekarekê Kurd li ser astê Rûsyayê dibe serkeftiyê yekê

Norîk Mûsoyan
Norîk Mûsoyan

Navenda Nûçeyan (K24) – Di merasîmeka taybet de li Wezareta Derve ya Rûsyayê, xelata baştirîn avahîsazê diplomatî bi xwendekarekê Kurd tê dan.

Ev sala duyê ye ku Norîk Mûsoyan ê 20 salî bi tabloyên xwe yên balkêş tevlî pêşbirkêyekê dibe û her du caran jî li ser astê Rûsyayê nasnav û xelatên yekê werdigire.

Norîk bi dilgermî dibêje, “Ez gelek dilxweş im ku ez yê yekemîn derktime. Du tabloyên min hatine qebûlkirin, ku ya duyê min bi qelemê kişandiye”.

Amajeyê dide, “Ez li bajarê Moskoyê dijîm û li peymangeha avahîsaziyê hîn dibim. Min di biçûktiyê de dest bi kişandina resman kiriye”.

Eşkere jî dike, “Diya min arîkariya min kiriye, û ev konkors jî diya min li ser rûpela internetê dîtiye”.

Norîk tekez dike, “Ez gelek keyfxweş dibim ku ez navê Kurdan li ser astê dewleta Rûsyayê bilind dikim. Ez kurdekî tenê me ku tevlî vê konkorsê dibe”.

Hersal bi merema bihêzkirina şiyanên xwendekaran di warê avahîsaziyê de, Wezareta Derve ya Rûsyayê pêşbirkêyekê ji bo tevaya nîgarkêş û avahîsazan rêk dixe.

Zîrekî û jêhatina vî xwendekarê Kurd di warê hunerê avahîsaziyê de karbidestên Rûsyayê ecêbmayî kirine.

Norîk Mûsoyan ew xwendekarê Kurd e ku berdewam şiyanên xwe yên zanistî û behreyên xwe yên hunerî pêş dixe. Ew nasnav û xelatên ku wî wergirtine nîşandana mînakeka xweşik a serkeftina xwendekarên Kurd li Rûsyayê ye.

.
.
.
.