Rêber Ehmed serokatiya şandeke Iraqî li Korbanda Cîhanî ya Penaberan dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê bi serokatiya şandeke Iraqî beşdarî Korbenda Cîhanî ya Penaberan li Swîsrayê.

Korbenda Cîhanî ya Penaberan îro 13 Berçile li Cenevê dest pê kir û dê heta 15’ê Berçile berdewam be. Şandeke Iraqî jî bi serokatiya Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed tê de beşdar dibe.

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de li ser “X” ragihand: “Ez kêfxweş im ku bi serokatiya şandeke Iraqî beşdarî Korbenda Cîhanî ya Penaberan li Cenêvê bûme.”

Got: “Em pabend in bi pêşxistina hevahengiyê ligel civaka navdewletî, parvekirina nêrînan û pêşxistina çareseriyan ji bo pirsgirêkên taybet bi kirîza cîhanî ya penaberan, bi taybetî yên li Iraq û Herêma Kurdistanê.”

Ev korbend her çar salan carekê tê lidarxistin û mezintirîn kombûna navneteweyî ya li ser penaberan e. Korbend balê dikişîne ser çareseriyên domdar ên penaberan, alîkariya welatên mêvandar û peydakirina derfetên çêtir ên tevlîbûna nava civakê.

Korbenda 2023an ji hêla pênc welatan ve bi hev re, tê lidarxistin: Kolombiya, Fransa, Japonya, Urdin û Uganda û mêvandariya wê ji aliyê hikûmeta Swîsre û UNHCR ve tê kirin.