“Pêşverû” Ehmed Berekat wek sekreterê xwe yê nû destnîşan dike

Dîmenek ji Kongreya Pêşverû
Dîmenek ji Kongreya Pêşverû

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê, piştî perçebûna di nava partiyê de, Ehmed Berekat weke sekreterê xwe yê nû destnîşan kir.

Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê ku kongreya xwe ya 16emîn di navbera 8 – 12 Berçile li bajarê Amûdê girê da, duhî Komîteya Navendî ya ku di kongireyê de hatiye hilbijartin civiya.

Di daxuyaniyekê de jî diyar kir, endamên Komîta Navendî ku perensîpa hilbijartinê ji bo destnîşankirina sekreterê nû diyar kir, lê Ehmed Silêman xwe vekişand, Ehmed Bereket jî wek sekreterê nû hat destnîşankirin.

Sekreterê nû yê Partiya Pêşverû Ehmed Berekat
Sekreterê nû yê Partiya Pêşverû Ehmed Berekat

Di daxuyaniyê de hat gotin, di heman civînê de mekanîzmayên damezrandina ofîs û saziyên partiyê, li gorî guhertin û pêşhatên nû hatin gotûbêjkirin.

Piştî koça dawiyê ya sekreterê berê yê Partiya Pêşverû Ebdulhemîd Derwîş di 24ê Cotmeha 2019an de, ji ber nakokiyên di nav refên partiyê de, kongreya partiyê çend caran hatibû paşxistin.

Di 20ê Cotmeha 2023an de jî, Selah Derwîş ku birayê Ebdulhemîd Derwîş e, serpereştiya kongreyekê li Qamişlo kir û tê de got ku ew nûnertiya Partiya Pêşverû dike û ew wek sekreter nû hatiye hilbijartin. Lê piraniya endamên Komîta Navendî ya Partiya Pêşverû gotin ku “ew kongre ne rewa ye û nûnertiya partiya wan nake”.

Ji aliyekî din ve, Di daxuyaniya dawiyê ya kongreya Pêşverû de de hat gotin, destpêkirina diyaloga Sûrî-Sûrî ku nûnerên pêkhateyên neteweyî û olî yên gelê Sûriyê tê de beşdar bibin, “dibe ku bibe gavek ber bi dîtina çareseriyeke siyasî ji aloziyê re, bi îradeyeke Sûrî.”

Herwiha di daxuyaniyê de hat gotin jî: “Doza Kurdî beşeke ji doza giştî ya niştimanî ya Sûrî ye, ku pêwîst e di çarçoveya niştimanî ya Sûriyeyê de were çareserkirin.”

Pêşverû tekez kir jî: “Hebûna pêkhateya Kurdî, pêkhateyeke dîrokî ya resen e ku beşeke ji gelê Sûriyeyê û duyemîn neteweya herî mezin e û mafê wê heye ku garantiya destûrî û mafên xwe yên netewî yên rewa di çarçoveya dewleta Sûriyeyê de, werbigire.”