Hejmara kuştiyên Xezzeyê gehişt nêzî 19 hezar kesan

Navenda Nûçeyan (K24) – Hejmara qurbaniyên êrîşên artêşa Israîlê li ser Kertê Xezzeyê bilind bûye, artêşa Israîlê jî li ser êrîşên xwe yên li ser Xezzeyê û çekdarên Bizava Hemasê ya Filistînî berdewam e.

Îro (Pêncşem, 14ê Berçileya 2023ê) Wezareta Tendirustiyê ya Filistînê ragehand, “roj bi roj hejmara kuştî û birîndaran ji ber êrîşa artêşa Israîlê li ser Kertê Xezzeyê zêdetir dibe, herwesa werzê zivistanê jî zêdetir zehmetê ji bo xelkê Xezzeyê çê dike”.

Wezareta Tendirustiyê ya Filistînê amaje da wê yekê ku, “ji ber êrîşên berdewam ên Israîlê, hejmara kuştiyan gehiştiye 18 hezar û 787 kesan. Herwesa hejmara birîndaran jî gehiştiye 50 hezar û 897 kesan”.

Roja 7ê Cotmeha 2023ê, çekdarên Bizava Hemasê êrîşeka berfireh kir ser Israîlê, zêdetirî 1400 Israîliyan kuştin bi sedan jî birîndar kirin, herwesa 240 welatiyên din jî revandin û heta niha nehatine azadkirin.

Li gor amara artêşa Israîlê jî, ji destpêka şerê Xezzeyê heta niha 434 serbazên Israîlî hatine kuştin.