Serok Barzanî cejna Rojiyên Êzî pîroz dike

Serok Barzanî: Em tekeziyê li tebayî û berfirehkirina ferhenga pêkvejiyan û lêborîn û biratiyê di navbera hemî pêkhatên olî û neteweyî yên Kurdistanê de dikin
Serok Barzanî
Serok Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi helkefta hatina cejna rojiyên Êzidiyan ku bi Rojên Êzî hatîye naskrin, serok Mesûd Barzanî peyameka pîrozbahiyê arasteyî tevaya Êzidîyan li Herêma Kurdistanê û cîhanê dike, ev jî tekista wê ye:

 

Bi navê Xudê mezin û dilovan

Bi helkefta cejna Rojiyên Êzî, ez pîrozbahiyê li xûşk û birayên Êzidî li Kurdistanê û hemî cîhanê dikim. Ez hîvîdar im ev cejne aramî û  xweşî û bexteweriyê bo hemî xûşk û birayên Êzidî di gel xwe bîne.

Her bi vê helkefta pîroz, em tekeziyê li tebayî û berfirehkirina ferhenga pêkvejiyan û lêborîn û biratiyê di navbera hemî pêkhatên olî û neteweyî yên Kurdistanê de dikin.

Cejna hewe pîroz be û hemî rojên we cejn û xweşî bin.

Mesûd Barzanî

14ê Berçileya 2023ê