John Kirby: Amerîka dixwaze bi zûtirîn dem şerê Israîl û Hemasê bidawî bê

John Kirby
John Kirby

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Civata Ewlehiyê ya Koçka Spî John Kirby ragehand, “Amerîka dixwaze bi zûtirîn dem şerê Israîl û Hemasê bidawî bê”.

Kirby got, “Şer dê rasterast bidawî bê, dema çekdarên Hemasê çekên xwe dadinin û xwe didin destê me”.

Berdevkê Civata Ewlehiyê ya Koçka Spî herwesa got, “Wekî ku min pêştir jî amaje dabû, em dixwazin bi zûtirîn dem şerê navbera Israîl û Hemasê bidawî bê. Îmkan heye îro şer bidawî bê, eger Yehya Sînwar karê rast bike, yanî çekê xwe dane, xwe bide destê me û tevaya revandiyan jî aza bike”.

Amaje da wê yekê jî ku, “Mafê Israîlê ye ku bergiriyê ji xwe bike, ez nikarim pêşbîniya wê yekê jî bikin ka ev şer dê heta kengî vebikêşe”.

Wezareta Tendirustiyê ya Filistînê amaje da wê yekê ku, “Ji ber êrîşên berdewam ên Israîlê, hejmara kuştiyan gehiştiye 18 hezar û 787 kesan. Herwesa hejmara birîndaran jî gehiştiye 50 hezar û 897 kesan”.

Roja 7ê Cotmeha 2023ê, çekdarên Bizava Hemasê êrîşeka berfireh kir ser Israîlê, zêdetirî 1400 Israîliyan kuştin bi sedan jî birîndar kirin, herwesa 240 welatiyên din jî revandin û heta niha jî nehatine azadkirin.

Li gor amara artêşa Israîlê jî, ji destpêka şerê Xezzeyê heta niha 434 serbazên Israîlî hatine kuştin.