Hêmin Seyîd Murad: Di çarçoveya pirojeya Nefesê de, 20 hezar şitil ji Tirkiyeyê gehiştine Hewlêrê

Hêmin Seyîd Murad
Hêmin Seyîd Murad

Navenda Nûçeyan (K24) – Di çarçoveya qonaxa duyê ya pirojeya Nefesê ji bo keskkirina jîngehê de, ku bi hevahengiya navbera Wezareta Çandinê ya Tirkiyeyê û Wezareta Çandinê ya Herêma Kurdistanê bi rê ve diçe, 20 hezar şitil gehiştine Hewlêrê.

Birêveberê Çandinê yê Hewlêrê Hêmin Seyîd Murad ji k24ê re ragehand, “Ew şitilên ku ji Tirkiyeyê hatine cuda cuda ne û li dû pileya germê û cûnên wan dê li ser deverên cuda cuda bên parvekirin”.

Herwesa got, “Biryar e di çarçoveya pirojeya Nefesê de, 47 hezar şitil ji Tirkiyeyê bo Herêma Kurdistanê bên veguhastin ku îro 20 hezar şitil gehiştine”.

Pirojeya Nefesê ji bo çandina nêzî 47 hezar şitilan li Fermangeha Daristanê ya Kesnezanê pêştir bi hevahengiya Konsulxaneya Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê hat ragehandin û roja 23ê Mijdara 2023ê li sinorê parêzgeha Hewlêrê hat destpêkirin.

Ev piroje di çarçoveya giringîdana bi keskkirina jîngehê û berhingarbûna guhertinên seqayî li Herêma Kurdistanê de ye.

Li ser daxwaza Wezareta Çandinê û Çavkaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê, tevaya wan şitilan ji aliyê Wezareta Çandinê ya Tirkiyeyê û Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê ji bo hevahengî û piştevaniya kertê çandinê û jîngehê yê Herêma Kurdistanê hatine dabînkirin.