Yakut: Peywendiyên navbera Enqere û Hewlêrê gelek baş in

Navenda Nûçeyan (K24) – Konsulê Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê Memet Mevlut Yakut radigehîne, “Peywendiyên navbera Enqere û Hewlêrê di astekê gelek baş de ne û berdewam in”. Herwesa got, “Em dixwazin peywendiyên me di hemî waran de pêş ve biçin”.

Yakut di deheqa balafirxaneya Silêmaniyê de jî ragehand, “Di wî warî de çi guhertin di helwesta Tirkiyeyê de çê nebûne”.

Tekez jî kir, “Peywendiyên me bi Herêma Kurdistanê re di hemî waran de (geştyarî, perwerde, bazirganî û aborî) roj bi roj baştir dibin”.

Herwesa got, “Me niha peywendiyeka mirovî ya gelek baş bi Herêma Kurdistanê re heye”.

Di derheqa ragehandina pirojeya Nefesê di navbera Hewlêr û Enqereyê de, Konsulê Tirkiyeyê got, “Pirojeya çandina daran ku wekî pirojeya Nefesê tê naskirin peywendiyên me ber bi astekê cuda birine û em dê li ser danûstandinên xwe di hemî waran de berdewam bin”.

Pêştir jî Konsulê Tirkiyeyê li Hewlrê ragehandibû ku, li ser mukomkirina peywendiyên aborî û bazirganî bi Herêma Kurdistanê re pabend in.