Şandeka Wezareta Tendirustiyê li Londonê serdana Kolîja Şahane dikin

Navendac Nûçeyan (K24) - Şandeka Wezareta Tendirustiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Wezîrê Tendirustiyê Saman Berzincî li Londonê serdana ezmûngehên cuda cuda yên warê nexweşîzaniyê yên kolîja Şahane ya Brîtanyayê kir.

Ev serdan piştî serdana pêştir a Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo Brîtanyayê hat kirin, ku li ser astekê bilind hevdîtin û serdanên meydanî kiribûn û serdana sîstema tendirustiyê ya Brîtanyayê kiribû û rasparde ji bo çêkirina peywendî û hevahengiyên hevpar di warê pizişkî de û lêkolîn û rahênan û lihevguhertina şarezayî û wergirtina mifayî ji sîstema tendirustiyê ya Brîtanyayî parve kiribûn.

Ev serdan bi wê meremê hatiye kirin ku ji nêzîk ve rêkar û piroseyên sîstema ezmûngehî û şarezayên warê nexweşîzaniyê û çawaniya danana mîkanîzmeka piştrastiya corî ya warê ezmûngehan û gelek tiştên dî yên girêdayî pizişkiyê bibînin.

Herwesa yek ji armancên vê serdanê çêkirina pirên hevpar û bawerpêkirî ye ji bo warê nexweşîzaniyê û pêşxistina şiyanên jêrxane û çavkaniyên mirovî û hejmareka karûbarên hevpar e, ku dê bibe destkeftiyeka pêşveçûn û bilindkirina astê pizişkî û şarezahiya warê ezmûngehî yê nexweşîzaniyê û nexweşiyên xwînê û bayolojiyê û şanezaniyê li Herêma Kurdistanê”.