Piştî Salim Ensarîoglu rêxistinên Îyî Partî yên Diyarbekirê jî helwestê digirin

Salîm Ensarîoglû - Arşîv
Salîm Ensarîoglû - Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlementerê Îyî Partî yê Stenbolê Salîm Ensarîoglû wek helwesteke xwedîderketina li Şêx Seîdê Pîran, dest ji partiya xwe berda. Rêxistina Îyî Partî ya Diyarbekirê tevî hemû rêveberiyên navçeyan, îro dicivin.

Parlementerê Îyî Partî yê Stenbolê Salîm Ensarîoglû ku Kurd e û ji Diyarbekirê ye, bêrêziyên li Şêx Seîd hatine kirin red kirin, duhî ji hejmara xwe ya tora civakî “X” bi daxuyaniyekê ragihand, wî dest ji partiya xwe îstîfa kiriye.

Piştî êrîşên li dijî rêberê Kurd Şêx Seîd, Ensarîoglû bi daxuyaniyekê xwedî li Şêx Seîd derketibû û li ser vê yekê jî ew bi fermana Seroka Îyî Partî Meral Akşener bo dîsîplînê hatibû xwastin. Tevî wê jî Ensarîoglû ragihandibû ku ew li ser helwesta xwe rijd e.

Ensarîoglû di daxuyaniya xwe ya destvekişandinê de bal kişand ser wê yekê, sedemên siyasî yên ku ew û Îyî Partiyê anîne cem hev, ji holê rabûne.

Ensarîoglû amaje kiribû ku Şêx Seîd, Seyît Riza û Seîdê Nursî nirxên civakî yên Kurdan in û divê cihên gorên wan werin aşkerekirin û her wiha derbarê gotinên kirêt ên dijî Şêx Seîd de jî bertek nîşan dabû û li Şêx Seîd xwedî derketibû.

Piştî ku Salim Ensarîoglu ji endamtiya Îyî Partî vekişiye, biryar e îro Rêxistina Îyî Partî ya Diyarbekirê tevî hemû rêveberiyên navçeyan dê îro bicivin û tê pêşbînîkirin ku rêxistinên Îyî partî yên Diyarbekirê tevî 12 hezar û 750 endaman dest ji Îyî Partî berdin.