Li Kerkûkê 57 hezar dengdêr dikarin di dengdana taybet de dengê xwe bidin

Navenda Nûçeyan (K24) – Dengdana taybet ên hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê dest pê kir, 57 hezar dengderên taybet li Kerkûkê mafê wan ên dengdanê heye.

Peyamnêrê K24ê li Kerkûkê da zanîn, li parêzgeha Kerkûkê 26 binkeyên dengdanê hene û 57 hezar dengderên taybet jî mafê wan ê dengdanê heye.

Diyar kir jî, dengderên ku îro li Kerkûkê dengê xwe didin, tenê hêzên çekdar û karmendên Wezareta Navxwe ya Iraqê ne, ji ber ku ti koçber li Kerkûkê nemane.

Proseya dengdana taybet bo hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê îro demjimêr 7ê sibê dest pê kir û dê heta demjimêr 6ê êvarî berdewam bike.

Hilbijartinên Encûmena Parêzgehan piştî 18 salan li Kerkûkê û piştî 10 salan li parêzgehên din ên Iraqê tên kirin.

Bi giştî 1 milyon û 2 hezar û 393 dengdêr ji hêzên çekdar û dezgehên ewlehiyê, mafê wan ê dengdanê heye û 565 navendên dengdanê ji wan re hatine vekirin.

Herwiha 48 hezar û 260 koçber jî dikarin beşdarî proseya dengdana taybet bibin, ku 35 navendên dengdanê ji wan hatine vekirin.

500 rêxistinên navdewletî û xwecihî beşdarî çavdêriya hilbijartinan dibin û zêdetirî 420 hezar karmend jî di proseya dengdana taybet û giştî de beşdar dibin.