Mesrûr Barzanî û Plasschaert tekezî li ser parastina mafên pêkhateyên Herêma Kurdistanê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) –Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Îraqê kir û her du aliyan tekezî li ser giringiya parastina mafên pêkhateyên Herêma Kurdistanê kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro şemiyê 16.12.2023an pêşwazî Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê NY li Iraqê Jeanine Plasschaert kir.

Di civînê de li ser rewşa giştî ya Iraqê, hilbijartinên encumenên parêzgehan û çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de hatin gotûbêjkirin.

Di mijareke din a civînê de tekez li ser giringiya parastina mafên pêkhateyên Herêma Kurdistanê hate kirin.