61 koçberan li beravên Lîbyayê canê xwe ji dest dan

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistina Navdewletî ya Koçberiyê li Lîbyayê ragihand, 61 koçber li peravên Lîbyayê di binavûbûna belemekê de xeniqîn.

Rêxistina Navdewletî ya Koçberiyê li Lîbyayê li platforma “X” belav kir, 61 koçber ku di nav wan de jin û zarok hene, di qezayeke trajîk a binavbûna keştiyek li peravên Lîbyayê de, xeniqîn.

Rêxistinê li ser zarê kesên rizgarbûyî ragihand, belema ku tê de 86 kes hebûn, ji bajarê Zuwara yê Lîbyayê derket û piraniya wan welatiyên Nîjerya, Gambiya û welatên din ên Afrîqayê bûn.

Bi giştî 25 kes hatin rizgarkirin û tîma IOM karî alîkariya bijîşkî ji wan re bike û diyar kir ku rewşa tenduristî ya kesên rizgarbûyî hemûyan baş e.

Berdevkê Rêxistina Koçberiyê ya Navnetewî ya li herêma Derya Spî, Flavio Di Giacomo li ser platforma “X” got: “Îsal zêdeyî 2250 kesan di nava deryaya Spî de jiyana xwe ji dest dane.”

Lîbya û Tûnis, du xalên sereke ne ji bo koçberên ku hewl didin ji bakurê Afrîkayê bi rêya deryaya Sipî xwe bigihînin peravên Îtalyayê.

Li gor amarên herî dawî yên Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekgirtî, îsal zêdetirî 153 hezar koçber ji Tûnis û Lîbyayê gihîştine Îtalyayê.