Serok Barzanî ligel Sekretariya Yekîtiya Jinên Kurdistanê civiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 17.12.2023an ligel sekreter û endamên Sekretariya Yekîtiya Jinên Kurdistanê civiya.

Di hevdîtinê de, Serok Barzanî di kurteyekê de ji bilî amajedan bi rola Yekîtiya Jinên Kurdistanê di qonaxên cuda yên têkoşîna gelê Kurd de, qurbanîdan û hewlên jinên Kurdistanê bilind nirxandin, bi pêwîstî zanî ku di qonaxa bê de, Yekîtiya Jinên Kurdistanê di pêgehandina jinan û kûrkirina hişyariya neteweyî û niştimanî ya jinan bi gurûtîneke zêdetir û serdemyane berdewam be. Herwiha kar ji bo berevanîkirina û parastina mafên jinan di qadên cihê yên civaka Kurd de bikin.

Her di vê hevdîtinê de, Serok Barzanî spasiya Sekreter û karmendên Sekretariya Yekîtiya Jinên Kurdistanê kir ku erkên xwe bi başî bicih anîne û derbarê lidarxistina nehemîn kongreya Yekîtiya Jinên Kurdistanê di demeke nêzîk de, şîret û rênimayiyên pêwîst pêşkêş kirin.