Helgord Şêx Necîb: Ahengên serê salê li Soranê nayên kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serperiştê Îdareya Serbixwe ya Soranê radigehîne, “Çi merasîm û ahengên serê salê li Îdareya Serbixwe ya Soranê nayên kirin”.

Serperiştê Îdareya Serbixwe ya Soranê Helgord Şêx Necîb li ser hejmara xwe ya tora civakî ya FACEBOOKê nivîsiye, “Wekî rêzgirtin ji bo  qurbaniyên rêdana agirberbûnê ya roja 8ê Berçileya 2023ê, çi merasîm û ahengên serê salê li Îdareya Serbixwe ya Soranê nayên kirin.

Roja 8ê Berçileya 2023ê, agir berbû avahiyekê Soranê ku hejmareka xwendekar, mamosta û welatiyên asayî lê xwecih bûn, 14 kes mirin û çend kesên din jî birîndar bûn.

Piştî wê rûdanê, li ser biryara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, lijneyek ji bo lêkolîna sedemên wê rûdanê hat pêkanîn.