Mîr Hazim daxwazê ji Kurdên Êzidî dike ku tevlî hilbijartinên giştî bibin

Navenda Nûçeyan (K24) – Mîrê Êzidiyan Mîr Hazim Mîr Tehsîn Beg daxwazê ji Kurdên Êzidî dike, bi rengekê berfireh tevlî hilbijartinên civatên parêzgehan bibin, ji bo ku gelek nûner hebin û bikarin berevaniyê ji mafên xwe bikin.

Mîr Hazim got jî, “Ev neh sal in ku gelek Êzidî li nav kempan dijîn û tevlîbûna wan bi rêjeyeka zêde di hilbijatinan de dibe sedema xêr û guhertinan ji bo wan”.

Biryar e sibe, 18ê Berçileya 2023ê, hilbijartinên civatên parêzgehên Îraqê (ji bilî parêzgehên Herêma Kurdistanê) bên kirin, ku zêdetirî 16 milyon kesan mafê dengdanê heye.

Komisyona Hilbijartinan a Îraqê ji bo vekirina heft hezar û 765 bingehên dengdanê amadekarî kirine, ku 48 hezar û 40 westgehên dengdanê vedigire, ji bo dengdanên giştî, taybetî û awareyan.

Li gor amarên Komisyona Bala ya Hilbijartinên Îraqê jî, ji bo hilbijartinên civatên parêzgehên Îraqê, navendên dengdanê û westgeh dê ji aliyê fermanberên dewletê û xwendekarên zanîngehê û derçûyan ve bên birêvebirin ku hejmara wan 214 hezar û 595 karmend in.

Roja 31ê Cotmeha 2023ê, Komisyona Bala ya Hilbijartinên Îraqê ragehand, pênc hezar û 915 namzed dê pêşbirkê di hilbijartinên civatên parêzgehan de bikin ku 357 namzed ji pêşbirkêya hilbijartinan hatine dûrxistin.