Hilbijartinên giştî yên civatên parêzgehên Îraqê tên kirin

Kurd li Kerkûk, Neynawa, Diyala, Selahedîn û Bexdayê tevlî hilbijartinan dibin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hilbijartinên giştî yên civatên parêzgehên Îraqê tên kirin û Kurd li parêzgehên Kerkûk, Neynawa, Diyala, Selahedîn û Bexdayê tevlî hilbijartinan dibin, doh jî hilbijartinên taybet bi rêjeya 67% ya dengderan hatin kirin.

Sibe (Duşem, 18ê Berçileya 2023ê), seet 7:00 ê sibehê, bingehên dengdanê dê li 15 parêzgehan ji bo piroseya hilbijartinên giştî yên civatên parêzgehan bên vekirin.

Zêdetirî 16 milyon kesan mafê dengdanê heye û Komisyona Hilbijartinan a Îraqê ji bo vekirina heft hezar û 765 bingehên dengdanê amadekarî kirine, ku 48 hezar û 40 westgehên dengdanê vedigire, ji bo dengdanên giştî, taybetî û awareyan.

Li gor amarên Komisyona Bala ya Hilbijartinan a Îraqê jî, ji bo hilbijartinên civatên parêzgehên Îraqê, navendên dengdanê û westgeh dê ji aliyê fermanberên dewletê û xwendekarên zanîngehê û derçûyan ve bên birêvebirin ku hejmara wan 214 hezar û 595 karmend in.

Di van hilbijartinan de, 70 part û hevpeymaniyên siyasî pêşbirkê li ser 275 kursiyan li her 15 parêzgehan dikin, ku nêzî şeş hezar namzedan li ser lîstan û bi rengekê serbixwe pêşbirkêya hilbijartinan dikin.

Piştî 18 salan, li 18ê Berçileya îsal, hilbijartinên civata parêzgeha Kerkûkê tên kirin, ku piştî hilbijartinên 2005ê û rûdanên 16ê Cotmehê dibin hilbijartinên yekê yên navxweyî li Kerkûkê tên kirin.

Roja şemiyê, 16ê Berçileya 2023ê, piroseya hilbijartinên taybet ji bo hêzên çekdar û dezgehên ewlehiyê û awareyan bi rê ve çû, ku milyonek û 50 hezar û 653 kesan mafê dengdanê hebû û 600 bingehên dengdanê jê re hatibûn amadekirin ku du hezar û 477 westgehên dengdanê vegirtibûn.

Komisyona Bala ya Hilbijartinan a Îraqê ragehand, hilbijartinên taybet bi rêjeya zêdetirî 67% ya dengderan hatin kirin, bi rengekî ku hejmara dengderan zêdetirî 706 hezar kesan bû.