Rêveberê Asayîşa Kerkûkê: Ez bang li xelkê Kerkûkê dikim ku dengê xwe bidin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Asayîşa Giştî ya Kerkûkê bang li xelkê Kerkûkê û hemû aliyan kir ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin, ji ber ku îro rojeke diyarker e.

Rêvebirê Asayîşa Giştî ya Kerkûkê Lîwa Îdrîs Rifet ji K24ê re got, dengdan bi awayekî serbixwe tê kirin, rêz li welatiyan tê girtin û heta niha ti pirsgirêk li bajêr derneketine.

Herwiha got: “Peyameke min ji bo xelkê Kerkûkê bi taybet neteweya Kurd heye. Daxwaz ji wan dikim ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin, ji ber ku îro rojeke diyarker e. Ez bang li hemûyan dikim ku bêyî cudahiya rengan werin dengê xwe bidin, dengê wan dê qedera rêveberiya vî bajarî diyar bike.”

Lîwa Îdrîs Rifet Got jî: “Îro piştî girtina navendê dengdanê, bi dengên wan dê kursîyên neteweya Kurd bên biguherin, ji ber wê divê Kurd biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin lîsteyên Kurdî, ji bo guhertina îdareya vî bajarî.”

Dawî hilbijartinên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê, di sala 2005an hatibûn kirin, piştî 18 salan dê 18ê vê mehê careke din bên kirin.

Encûmena Parêzgeha Kerkûkê vê carê ji 15 kursiyan pêk tê û 248 berbijêrên 10 hevpeymanan, 5 lîsteyên partiyên siyasî û 3 namzedên serbixwe, hevrikiyê li ser bidestxistina wan kursiyan dikin.

Îro 18/12/2023an ji demjimêr 7:00 sibê ve navendên dengdanê ji bo hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê hatin vekirin.

Zêdetirî 15 milyon kes mafê dengdanê di hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê de hene, ku demjimêr 7:00 sibeha Duşemê dest pê kir û dê heta demjimêr 18:00 berdewam bike.