Omêd Sebah: Bi dengdanê çarenivîsa Kerkûkê diyar dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Dîwana Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê Omîd Sebah bang li xelkê Kerkûkê kir, beşdarî proseya dengdanê bibin û bi dengê xwe biryara çarenivîsa bajêr bidin.

Omêd Sebah beşdarî proseya dengdana Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bû û di daxuyaniyeke rojnamevanî de got: “Berî her tiştî ez daxwaz dikim ku prose bi başî birêve biçe. Bang li hemû Kurdên Kerkûkê dikim ku ji bo biryara çarenivîsa bajarê xwe diyar bikin, biçin ser sindoqan. Ez hêvî dikim ku zilm û zordariya henû, bi cesareta her kesî bi dawî bibe.”

Derbarê vegera Partiya Demokrat a Kurdistanê bo Kerkûkê de jî got: “Bêguman vegera PDKê bo Kerkûkê, dê bibe cihê dilxweşiya hemû xelkê Kerkûkê û em soz didin xelkê ku em ê xizmeta wan bikin.”

Herwiha got: “Hêvîdar im Kurdekî Kerkûkê bibe Parêzgarê Kerkûkê û ji bo hemû netewe û pêkhateyan kar bike, ji ber ku Kerkûk bajarê pêkvejiyanê ye.”

Serokê Dîwana Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê kir: “Emê piştî hilbijartinan ji bo diyarkirina parêzar, bi partiyan re hevdîtinan bikin.”

Derbarê danûstandinên Hewlêr – Bexdayê de jî Sebah got: “Tenê rê ji bo çareserkirina kêşeyên mafên darayî yên Herêma Kurdistanê û dubare hinardekirina petrolê, guhertina yasaya bûdceya Iraqê ye. Ji bo vê mebestê jî, me çendîn civîn kirin, biryar e jî em bigihin rêkeftineke yekalîker, ku dê pirsgirêkan çareser bike.”