Peyamnêrê K24ê: Nêzîk e 50 hezar deng li parêzgeha Kerkûkê bisojin û sêka wan dengên Kurdan in

Navenda Nûçeyan (K24) – Nêzîk e bi hezaran deng li parêzgeha Kerkûkê bisojin ku sêka wan dengên Kurdan in.

Li gor zanyarên peyamnêrê K24ê li Kerkûkê Hêmin Delo, bi hezaran welatî ji ber nexwandina şûntilên wan ji aliyê amûrên dengdanê ve û wernegirtina kartên dengdanê li beranberî Nivîsîngeha Kerkûkê ya Komisyona Bala ya Hilbijartinan civiyane.

Peyamnêrê K24ê li Kerkûkê herwesa ragehand, 50 hezar deng li parêzgeha Kerkûkê disjoin ku sêka wan dengên Kurdan in.

Hilbijartinên giştî ji bo civatên parêzgehên Îraqê îro hatin destpêkirin, li Kerkûkê û 14 parêzgehên din ên Îraqê, 285 namzed tên hilbijartin.

Serê sibeha îro (Duşem, 18ê Berçileya 2023ê) hilbijartinên giştî yên civatên parêzgehên Îraqê li 15 parêzgehên Îraqê hatin destpêkirin û dê heta seet 6:00 ê êvarê berdewam bin. Piştî sala 2005ê, ev cara yekê ye hilbijartin li parêzgeha Kerkûkê tên kirin.